18 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2016
ADEN
Hat ragihandin ku, li Adena bajarê Yêmenê di êrîşa xwekujî da 43 leşker mirin, bi dehan leşker birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hat hildan, hedefa êrîşa xwekuj leşkerên ber mala Fermandarê Hêzên Taybet Tuggeneral Nasir el-Ambûrî bû. Di êrîşê da 43 leşker mirin, bi dehan leşker birîndar bûn.
Li gor agahiya şhidan, leşker ji bo ku mehaniya xwe bistînin serê sibê pê va li herêmê civiyan û xwekuj wê demê ket nav wan û xwe teqand.
Meqamên fermî hê tu daxuyanî nedane.