Türkan Tosun
19 Mijdar 2017•Rojanekirin: 19 Mijdar 2017
MALATYA
Li Meletî, Elezîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyamanê hewa wê pir ewrabî be û baranê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 13emîn a Meteorolojiyê, li herêma ku bajarên Meletî, Elezîz, Bîngol, Tuncelî û Adiyaman tê de ye heta sibê hewa wê pir ewrabî be. Li Meletî û Elezîzê heta êvarê car caran baranê bibare.
Li Adiyaman, Tuncelî û Bîngolê baranê car caran bibare. Li Nazimiye, Ovacik û Pulumura navçeyên Tunceliyê û Solhan, Karliova, Adakli, Kîgî, Yedîsu û Yayladereya navçeyên Bîngolê jî berf û baran wê bi hev ra bibarin.
Li herêmê germahiya hewayê 2 û 3 pile wê bikeve, ji hêla başûr va bayê bê.