Türkan Tosun,Nihat Kavşut,Fatih Gazioğlu,Abdullah Tel
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 19 Mijdar 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got: "Hûrgiliyên peymana ku rê dide bi sedan terorîstên DEAŞê ji Reqayê derkevin kêmasiya polîtîkaya ku ji bona têkbirina rêxistineke terorê emilandina rêxistineke terorê ya din nîşan didin. Pirsa ku Washington naxwaze bi eşkereyî bê pirsîn û jê aciz dibe ev e: Terorîstên serbest hatin berdan wê li kîjan paytextê dinyayê wek êrîşkarên xwekujiyê derkevin pêşberî me?"
Îbrahîm Kalin di rojnameya Daîly Sabahê de nivîseke bi sernavê "Terorîstên ku ji Reqayê hatin azadkirin wê êrîşî kîjan paytexê bikin? nivîsand.
Kalin di nivîsa xwe de behsa şerê navxweyî ya Sûriyeyê kir û got têkçûna DEAŞ û rêxistinên terorê yên din nêzîk e, divê çareseriyeke siyasî ya ku bibe sedema avakirina hikûmeteke demokratîk û şer xilas bike çêbibe û wiha dewam kir: "Pirsa girîng ev e, civînên li Cenevre an jî Astanayê gelo wê bibin sedema vê an na?"
Di nivîsa xwe de Kalin got hêzên mezin û xurt di nav demê de bi awayekî bûne perçeya şerê li Sûriyeyê û wiha axivî: "Rêvebiriya Obama li Xutayê ji bo bikaranîna çekên kîmyayî gaveke girîng neavêt û ev tevger ji hêla îtifaqa Rûsya-Îranê va wek firsendeke jeopolîtîk ya ji bo ku bikeve Sûriyeyê hat nirxandin. Ji ber vê sedemê şerê Sûriyeyê her ku çû mezin bû û sûcên di dîrokekek nêz de nehatine dîtin çêbûn û şer dirêj bû. Rê li ber qetlîamên rejima Esed nehat girtin û ji ber vê DEAŞê li ser axa Sûriyeyê qada xwe bi lez fireh kir."
Kalin di nivîsa xwe da ji bona rewşa heyî ya li Sûriyeyê wiha got: "Amerîkayî bala xwe dane ser têkoşîna dijî DEAŞê û bi vê armancê jî çekan didin PYD-YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê. Piştî ku DEAŞ li Reqa û herêmên din têk çû Amerîkayê ji Tirkiyeyê ra got 'têkiliya me ya bi PYD-YPGyê ra demkî û konjokturel e' û berevjiyê vê ji bona polîtîkayên xwe berdewam bike li behaneyan digere. Hûrgiliyên peymana ku rê dide bi sedan terorîstên DEAŞê ji Reqayê derkevin kêmasiya polîtîkaya ku ji bona têkbirina rêxistineke terorê emilandina rêxistineke terorê ya din nîşan didin. Pirsa ku Washington naxwaze bi eşkereyî bê pirsîn û jê aciz dibe ev e: Terorîstên serbest hatin berdan wê li kîjan paytextê dinyayê wek êrîşkarên xwekujiyê derkevin pêşberî me?"
Îbrahîm Kalin destnîşan kir li gor analîzeke din jî Amerîka bi hinceta DEAŞ û PYD/YPGyê dixwaze li qada Sûriyeyê tifaka Rûsya û Îranê hevseng bike û li rojavayê welêt bimîne.
Kalin got ku DYAyê soz dabû û gotibûn "Piştî DEAŞ ji Reqayê hat derxistin em ê têkiliyên xwe bi PYD-YPGê re bibirin." Em ê demeke kin de bibînin ka wê li ser soza xwe bisekinin an na.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got ku Îran û Rûsyayê di vê pevajoyê de ji bo rejima Esed ku bidome bi DEAŞê re şer kirin û wiha dewam kir: "Ew jî dibêjin rejima Esed bi saya me didome, tehdîda DEAŞê ya terorê jî bi saya me qediya û dijî koalîsyona ku pêşengiya wê DYA dike de me gelek tiştên jeopolîtîk bi dest xistin. Ji ber vê xwe bona 2 salên dawî xwe serkeftî dibînin."
-"Di pêşeroja Sûriyeyê de cihê Esed tuneye"
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin wiha got: "Mijara PYD û YPG ji bo me hê xeta sor e. PKK di lîsteyên Tirkiyeyê, DYAyê û Yekîtiya Ewropayê de rêxistineke terorê tê qebûlkirin. PYD û YPG jî perçeyekî vê rêxistinê ne. Ji ber vê yekê ew nikarin bibin perçeyekî çareseriya siyasî. Bi îfadeya herî nerm wekî nûnerên kurdên Sûriyeyê dîtina wan bêhurmetiyeke li hemberî gelê Sûriyeyê ye. Gelek kurd xwe ji PKKê nabîne û li dijî îdeolojiya rêxistinê û siyaseta wê ya tund derdikeve. Lewra wan ji destê PKKê û baskê wê yê Sûriyeyê pir kişand. Lê ev kesên hanê di rewşa siyasî ya niha da nikarin dengê xwe bidin bihîstin. Di pêşeroja Sûriyeyê da lazim e cihê ku ew heq dikin teslîmî wan bê kirin."
Kalin di nivîsa xwe da behsa rewşa Beşar Esed a ku niha mijareke bi nîqaş e jî kir û got: "Lê diyar e ku Esed yekî wisa yê Sûriyeyê bike dereke demokratîk û rêveberiya hemû aliyan di nav xwe dihewîne, ava bike nîne. Dema li ser wan sûcên dijî gelê Sûriyeyê kiriye bê sekinandin wê bê dîtin ku ew nikare hemû aliyên li Sûriyeyê bîne cem hev û ew ji bo vê nayê wezîfedarkirin. Di pêşeroja Sûriyeyê da ji bo Esed cih tuneye. Divê Rûsya û Îran fehm bikin ku Esed ji desthilatdariyê dûrnexistin bo parastina berjewendiyên wan ên li Sûriyeyê rê nîne."
Kalin nivîsa xwe wiha domand: "Hevdîtina ku wê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Vladimîr Pûtîn û Hesen Ruhanî ra di 22yê sermawezê li Soçiyê bike da wê li ser van mijaran bê sekinîn. Ev lutke beşeke ji pêvajoya Astanayê ye û alternatîfeke pêvajoya Cenewreyê nîne unsûreke wê temam dike û divê wisa bê nirxandin. Ji bo di herdu platforman da jî encamên berbiçav û mayînde derbikevin divê hemû alî yekîtiya axa Sûriyeyê biparêzin û li gor biryara KENYê ya bi jimara 2254an tevbigerin û nêrîna azadî û ewlehiya hemû sûriyeyiyan diparêze ji xwe ra bikin rêgez. Ew êş, keser, zor û zehmetiyên ku di şeş mehên dawîn hat serê gelê Sûriyeyê bi gotinan nayê îzahkirin û ji bo xatirê reqabeta jeopolîtîkê jî nayê jibîrkirin."