Önder Beyter
19 Mijdar 2017•Rojanekirin: 20 Mijdar 2017
ERZURUM
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li ciyên bilind û serdest wê berf bibare.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê sayî û nîvsayî be, bişev jî wê qiravî û bûsî çêbe.
Tê texmînkirin ku li herêmê wê ji hêla başûr û rojavayê başûr va bayekî nerm rabe û car caran jî ev ba wê nîvqewî be. Li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê piştî nîvroyê şilopeyê bibare, li ciyên bilind jî berfê bibare û herwiha li Erzinganê jî li ciyên serdest şilopeyê bibare.
Li herêma ku germahiya hewayê ji ser asta demsalê ra ye, pileya herî nizim a germahiyê li Qersê di bin sifirê da 6, li Erdexanê di bin sifirê da 4, li Agiriyê di bin sifirê da 3, li Erzirom û Îdirê sifir, li Erzinganê jî 5 pile hat pîvan.
Nava rojê pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Îdirê 15, li Erdexan û Agiriyê 11, li Erzingan, Qers û Erziromê jî 10 pile be.