Fatih Gazioğlu
12 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2019
VAN
Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û cemedê da.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be.

Li herêmê hişkî, cemed û çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be. Ji hêla rojhilatê va car caran ba wê rabe.

Germahiya hewayê ya herî kêm li Wanê di bin sifirê da 8 pile, li Mûşê 10, li Hekariyê 14 û li Bidlîsê jî 15 pile hat pîvan.

Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Wanê 3, di bin sifirê da li Hekarî û Bidlîsê 3 û li Mûşê jî wê 1 pile be.

Rayedaran hişyarî dan ku ji ber hişkî, cemed û mijê bila şofêr baldar û bi tevdîr bin.