İbrahim Atmaca
12 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
ERZURUM
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Îdir û Agiriyê tavî û teyrok wê çêbibe.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat hildan, li gor texmînê li herêmê hewa ewrsayî û pir ewrayî be, piştî nîvro va tavî û teyrok wê çêbibe û wê li Erzirom, Qers, Erdexan, Îdir û der û dora Agiriyê cî bi cî baranê gur bibare.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê tê payîn.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 32, li Erzinganê 30, li Îdirê 28, li Erziromê 23, li Erdexanê 22, li Agiriyê 21 û li Qersê 20 pile tê payîn.