İbrahim Atmaca
31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ŞANLIURFA
Li Wêranşehira navçeya Şanliûrfayê qezayeke trafîqê çêbû û tê da kesek mir, 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, wesaîta bazirganî ku plaqa wê 63 HH 133 ye, lê hê navê şofêr ne diyar e li para va li texsiya ku li ser Xaçerêya Bazara Genim di lembeyên trafîqê da sekinîbû û plaqa wê 63 ZK 716 e û şofêrê wê Suphî Palmanak e, qelibî.
Di qezayê da Suphiyê şofêrê texsiyê û Zarîfe û Onur Palmanakê ku di texsiyê da bû, birîndar bûn.
Ambulansê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşehirê.
Lê Zarîfe Palmanak digel hemû midaxaleyên li nexweşxaneyê xelas nebû.