21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Li Bîracika navçeya Şanliûrfayê qeza çêbû di qezayê da polêsek cangorî bû û polêsek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan wesaîta ku şofêr û plaqeya wê nayê zanîn li ser rêya Bîracik-Şanliûrfayê wergeriya şerampolê.
Di qezayê da polês Mustafa Saglam li ciyê qezayê mir û polês Yasîn Bayar jî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akif Înan.
Cinazeyê polêsê ku mir jî birin Saziya Tipa ya Edeneyê.
Hat zanîn ku polês ji bo wezîfeyê diçûn Hekariyê.
Li Bingolê wesayîta bizirx wergeriya: polêsek cangorî bû
Di qezaya ku li Karliovaya navçeya Bingolê çêbû de polêsek cangorî bû, 2 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin wesayîta bizirx a ku diçû Nexweşxanaya Dewletê ya Karliovayê û tê de ekîba polêsan hebû dema ku ji nexweşxaneyê vegeriya li binya navçeyê wergeriya.
Di qezayê de ji 3 polêsên ku di wesayîtê de bûn yek jê ci bi cî ma û cangorî bû. 2 polêsên ku birîndar bûn piştî midaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bingolê kirin.