Haydar Şahin
16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
EDIRNE
Li Mizgefta Selîmiyeyê ya ku ji mînakên herî girîng ên mîmariya tirk-îslamê ye dema roj diçe ava dîmenên xweşik derdikevin holê.
Mizgefta Selîmiyeyê ya ku wek "Kevir gihîşte dehayê, deha kevir girt" tê teswîrkirin û merivan şaş û metel dihêle dema roj diçe ava jî bi dîmenên xweşik va balê dikişîne û heybeta xwe carekê dîsa nîşan dide.

Kesên ku cara ewil Mizgefta Selîmiyeyê ya ku Mîmar Sînan ji bo wê dibêje "berhema min a hostatiyê" dibînin kelecanî dibin.

Mizgeft ji welatên Ewropayê yên cînar jî tê dîtin, li gor matematîk û endezyariya heyama xwe zehf pêşketî ye. Dema tav diqulibe dora mizgeftê bi rengên sor û şîrik dixemile.
Bi lambeyên li ser qube û şerefeyan va mizgeft di nava bajêr da wek zimrutê dibiriqe. Hem ji bo îbadetê hem jî ji bo ziyaretê Mizgefta Selîmiyeyê 24 saetan vekiriye.