12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ŞIRNAK
Di operasyona ku li Şirnexê hat kirin da 3 mensûbên PKKya rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, di "Operasyona Serdarê Îstixbaratê Şehîd Koray Onay" da ku li herêma Bestler-Derelerê di 4ê mijdarê da dest pê kiribû, hêzên ewlehiyê li herêma Nîmet Tepeyê tesbît kir ku terorîst ketin sitargehê.
Di navbera terorîst û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket û 3 terorîst hatin berterefkirin.
Li herêmê operasyon dewam dike.