EKÎP
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînali Yildirim balkişand ser şerên navxweyî yên li Sûriyê û Iraqê, pirsgirêkên herêmî û têokoşîna DEAŞê û wiha got: "PKK, YPG û PYD hene. Ev komên kurd yên Marksîst û Lenînîst in. Ji bo Tirkiyeyê pirsgirêk in. Dîsa DYA ku DEAŞê têk bibe bi van rêxistinan re hevkariyê dike. Ev hevkariyê DYAyê ya bi van re dike ez bawer nakim ku bikêrî aştî û îstîkrara herêmê bê."
Serokwezîr Yildirim li CNNa kanalê Amerîkayê beşdarî bernameya GPSyê bû û pirsên der heqê rojevê de bersivandin.
Yildirim li ser pirseke polîtîkaya DYAyê ya li ser Îranê jî got ku di navbera Tirkiye û Îranê ev 500 salin tu şer derneketiye û di vê mijara herêmî de helweste Tirkiyeyê eşkere ye. Yildirim wiha dewam kir:
"Em dibêjin ferq nake lê belavbûna tu mezhebî ji bo îstîqrar, ewlehî û aştiya herêmê baş nîne. Ji ber vê yekê belavbûna mezheba şiiyan ji bo herêmê tahlûkeyeke mezin e. Eger şerekî dînî çêbibe kes nizane ev şer wê kengî biqede û nikarin texmîn jî bikin. Ji ber vê em gelek caran Îranê bi dostanî agahdar û hişyar dikin."
Yildirim diyar kir ku polîtîkaya DYAyê ya der barê Îranê da jî tê zanîn û wiha xeberda:
"Ji yekemîn û duyemîn dagirkirina Iraqê vir va peywendiyên DYA û Îranê baş nînin. Di dema rêveberiya Obama da ligel Almanya û endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) di mijara astengkirinên di warê nukleerê da rêkeftinek pêk hat. Niha rêveberiya nû, rêveberiya Trump bêtir dixwaze ku helwesta xwe ya dijî Îranê bidomîne. Dixwaze rêkeftinê betal bike, ji holê rake. Ez wer difikirim ku ev bi qanûnî ne mimkun e. Ji ber ku ev rêkeftin ne dualî, lê piralî ye."
Yildirim bal kişand ku layenên rêkeftinê yên ewropî ne wekî DYAyê difikirin û wiha dewam kir, "Hûn jî dizanin ku DYA van rojan dixwaze li herêmê hevpeymaneke nû ava bike. Tiştekî veşartî nîne ku ev demeke dirêj e peywendiyên Erebistana Siûdî û Îranê baş nînin. Ev, faktora yekemîn e. Faktora din jî, welatên piçûk tên cem hev û li dijî Qeterê dibin yek."
Yildirim destnîşan kir ku zirara helwestên bi hawî pir zêde ye û wiha dewam kir: "Weke hûn dizanin li herêmê jixwe gelek pirsgirêkên me hene. Li Sûriye û Iraqê şerê navxweyî heye, rêvebirî têrê nakin û DEAŞ li wan dera heye. Her kes bi DEAŞê ra têkoşînê dide. PKK, YPG û PYD heye. Ev grûbên kurd ên Marksîst-Lenînîst in, ev ji bo Tirkiyeyê pirsgirêk in. Her wiha Amerîka ji bo ku DEAŞê têk bibe, bi van rêxistinan ra dixebite. Li gor min tevkariya Amerîkayê ya bi vî hawî li herêmê ji bo bicihkirina aştî û îstiqrarê piştgitiyê nake."
Yildirim diyar kir ku li Sûriyeyê bi milyonan kes ji cî û warê xwe bûn, ji milyonekî zêdetir kesên bê sûc û guneh hatin kuştin û wiha dewam kir:
"Ji sê milyon û nîv sûriyeyiyên ku ji cî û warên xwe bûn, ji bo ku neyên kuştin xwe sipartin Tirkiyeyê. Ji salan zêdetir e ku em mazûvaniya wan dikin û wan xwedî û perwerde dikin. Ev ji bo me pirsgirêkeke mezin e. Em nikarin ji kesên ku mihtacî alîkariyê ne ra bibêjin ku em we qebûl nakin. Ji bo wan her wextî deriyê me vekirî ye. Heke li herêmê tehdîteke nû û şerekî nû dest pê bike kê bedela vê wê bide? Fiara me ev e. Heke na Tirkiye li herêmê welatekî xurt û bi îstiqrar e. Welatekî ku di navbera Asya û Ewropayê da di navbera medeniyet û civatên mesîhî û misilman da wezîfeya pireyê dibîne. Tirkiye welatekî girîng e ku nahêle her cure tehdîr li Ewropa û welatên din belav bibe. Divê ev were pîrozkirin."