Tirkiye

Li Şirnexê 4 terorîst hatin berterefkirin

Li Çiyayê Cudiyê di operasyona dijî PKKyê da 4 terorîst hatin berterefkirin.

Haydar Şahin  | 10.04.2018 - Rojanekırın : 10.04.2018
Li Şirnexê 4 terorîst hatin berterefkirin

Şırnak

ŞIRNAK

Li Çiyayê Cudiyê ya herêma Şirnexê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 4 terorîst hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, operasyona ku Fermandariya Tumena Piyadeyan a 23yan di 4ê nîsanê da li herêma Çiyayê Cudiyê dabû destpêkirin dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di saet 22.10î da teyareyên bêmirov 4 terorîst tesbît kirin, bi piştgiriya ji hewayê va herçar terorîst hatin berterefkirin, ji destpêka operasyonê hetanî nika 13 terorîst hatin berterefkirin.

Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyon bi biryardarî û ezmê dewam dike.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın