Sevim Hatun
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ŞIRNAK
Li Cûdî, Gabar û Bestler-Derelera Şirnexê hin herêm wekî herêmên taybet ên ewlehiyê hatin îlankirin.
Li gor daxuyaniya ji walîtiyê hat weşandin li Cûdî, Gabar û Bestler-Derelera Şirnexê wê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê de hin xebat werin kirin. Herêma ku di nav sînorê Cûdî, Gabar û Bestler- Derelerê de dimîne ya ku kordînatên wê hatin diyarkirin wekî herêmên taybet ên ewlehiyê hatin îlankirin. Ji bo ewlehiya can û malê gelê herêmê di navbera 8-22ê rêbendanê de çûna van herêman hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku welatî di halê asayî de dikarin herin herêmên taybet ên ewlehiyê; lê ji bo welatî nekevin talûkeyê, zirarê nebînin herwiha ji bo parastina pergala umûmiyê û pêşîgirtina li ber sûcan çûna van herêman hat qedexekirin.