İbrahim Atmaca
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
BURSA
Uludag li Tirkiyeyê ji navendên girîng ên kaşûn û tûrîzma zivistanê ye. 5 kesên ku li Uludagê ji xwe ra dimeşiyan li herêma Bakacakê mehsûr man ji wan du kes bi xwe ji wir xelas bûne.
Li gor agahiya ku hat hildan, grûbeke ku ji 5 kesan pêk dihat, ji herêma otêlan dest bi meşê kir û piştî ku gihîştin herêma Bakacakê û ji şelaleyekê peya bûn, li wê derê mehsûr man.
Grûbê ji cendirmeyan ra telefon vekir û rewşa xwe ji wan ra got û piştra tîmên Lêgerîn û Xelaskirinê yên Cendirmeyan û ekîbên AFADê ji bo xelaskirina grûbê xebat dan destpêkirin.
Hat gotin ku ji wan 5 kesan 2 kes çiyagerên profesyonel in û ew bi xwe ji wir xelas bûne.
Ji ber ku şil bûne, talûkeya qerisandinê derbas kirine û hat gotin ku ji grûbê piyê yekî şikestiye.
Endamên ekîbê ji ber ku nikaribûne dakevin û wan xelas bikin, firoke xwestine. Bi firokeyê xebatên xelaskirinê dewam dikin.