10 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê firokeyek ket.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, firoke di saet 11.30an de li Buyukçekmeceyê ket û hê sedema ketina wê nayê zanîn.
Ekîbên agirkujiyê sewqî dewsa bûyerê kirin.
Ji aliyekî din ve jî tê gotin ku firokeya ketî, firokeya Şaredariya Stenbolê ya Bajarê Mezin nîne.
Vasîp Şahînê Waliyê Stenbolê daxuyand ku di qezaya firokeyê ya li Buyukcekmeceyê de 7kes mirin.
Gurcan Malliyê Midûrê Giştî yê Rêhewa û Tûrîzmê ya Kugu A.Ş.yê der barê qezaya firokeyê ya li Buyukçekmeceya Stenbolê çêbû da daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Firokeya me ya bi tîpa Skorsky S76 C++ ya dîroka çêkirina wê 2008 e û nimroya wê ya qimçikê TC-HEZ e û di bin banê rêhewayên me da operasyon dikirin, ji bo ji Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê here Bozuyuka Eskişehirê di saet 11.20an da radibe. Piştî radibe agahî ji me ra hat firoke li texma Beylukduzuyê dikeve. Di forkeyê da 2 kes ji ekîba firokeyê û 5 rêwî hebûn. Alaattîn Nacar û Ahmet Bulut ji ekîba firokeyê û Salim Ozen, Aleksandr Vanîn, Igor Kochergîn, Luîdmila Chuprova û Elena Badragan jî rêwî bûn."