07 Îlon 2016•Rojanekirin: 08 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Li Stenbolê dijî DAEŞa rêxistina terorê operasyonên hevwext hatin kirin û di operasyonan da 11 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Ekîbên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê, ji bo qefaltina gumanbarên ku têkiliya wan bi DAEŞê ra heye û carinan diçin Sûriye û Iraqê tên xebat dan destpêkirin.
Ekîbên ku lêpirsîn temam kirin li Başakşehîr, Uskudar, Kadikoy, Ataşehîr û Umraniyeyê operasyon birin ser 13 navnîşanan û 11 kes binçav kirin.
Di lêgerîna navnîşanan da, tebanceyek, hejmareke zêde gule, flamayên rêxistinê, malzemeyên dijîtal, dokûmanên bişîfre hatin desteserkirin.
Karûbarên der barê gumanbaran da ên li ewlekariyê dewam dikin.