17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 17 kesên ku di nav de rêvebirên Serokatiya Navçeya Sancaktepeyê ya HDPyê jî hene hatin binçavkirin.
Midûriya Ewlehiya Stenbolê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ji bo ku xebatên PKK/KCKyê deşîfre û asteng bikin, xebatên xwe didomînin. Tîman roja 15ê Tîrmehê di avahiyê Serokatiya Navçeya Sancaktepeyê ya HDPyê de operasyonek kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin tîman agahî hilda ku ji bo endamên rêxistina terorê yên PKK, KCK, PYD, YPGyê yên ku di operasyonan de hatine kuştin bên bibîranîn û qaşo taziyeya wan bê kirin civînek wê çêbibe. Ji ber vê di avahiyê Serokatiya Navçeya Sancaktepeyê ya HDPyê de operasyonek hat kirin û jê yek 18 salî biçûktir 17 kes hatin binçavkirin.
Hat gotin di operasyonê da gelek dokumanên rêxistinî, melzemeyên dijîtal, pirtûk û kovarên qedexe, wêneyên serokê PKK/KCK ya rêxistina terorê, alayên qaşo PKK/KCKya rêxistina terorê sembolîze dikin, pankart, cil û berg hatin bidestxistin.
Kar û barên şikbaran ên di Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê da dewam dike.