06 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Ekîbên Midûriya Emniyeta Stenbolê li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon kir.
Ekîbên operasyonê li Uskudarê ji Kampusa Hêzên Çevîk çûn operasyonê. Maltepe di serî da li hin navçeyan li ser 10 adrêsan operasyona hemdem hat kirin.
Polêsên Harekata Taybet jî tevî operasyonê bûn, li herêmên operasyonê tevdîrên ewlehiyê bi berfirehî hatin hildan.
Ekîban bi wesaîtên bizirx va têketin û derketin girtin, polêsan yek û yek avêt adrêsên kifşkirî.
Ekîban li adrêsan lêgerîn kir, lê der heqê binçavkirinê da agahî nehat dayîn.