03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 04 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Di van demên dawîn da li Sûriyeyê ji herêmên di kontrola YPG/PKKya rêxistina terorê da ne hewl didin ku dizîka derbasî Tirkiyeyê bibin û êrîşan bikin, xebatên hêzên ewlekariyê bi biryardarî didomin û pêşî li wan dibirin.
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku bi taybetî herêma wekî rojhilatê Feratê tê zanîn a li binya Ceylanpinar, Eqçeqele û Sirûca navçeyên Şanliurfayê hildaye kontrola xwe ewlekarî û hizûra Tirkiyeyê tehdîd dike.
Yekeyên hidûd ên tevdîr hildane bi polês û cendirmeyan ra xebatan didomînin û firsendê nadin terorîstên hewl didin ji Kobanê, Til Ebyed û Resûleyna herêmên di kontrola rêxistina terorê da ne derbasî Tirkiyeyê bibin an jî êrşan bikin.
Hêzên ewlekariyê li navend û navçeyên Şanliurfayê jî operasyonên li dijî YPG/PKKyê bênavber didomînin, bi operasyonan qada tevgerê li rêxistinê teng dikin.
Di nav van 2 hefteyên dawîn da yekîneyên hidûd bi polês û cendirmeyan ra operasyonan dikin, 14 terorîst berteref kirin û 23 şikbar binçav kirin.