Muhammet Kurşun
15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Îranê Behram Qasimî ragihand ku ji lêkirina dîwarê navbera Tirkiye û Îranê kêfxweş in.
Qasimî, di civîna çapemeniyê de ku li Tehranê saz kir li ser pirseke der barê dîwarê sînorê Tirkiye û Îranê de wiha got: "Em hemû hewlên ku sînorê navbera herdu welatan qahîm bike bi kêfxweşî pêşwazî dikin."
Qasimî diyar kir ku meqamên Tirkiyê ew der barê mijarê de agahdar kirine û dê dîwar ne li ser xala sifir di axa Tirkiyê de were lêkirin.
Serokê Îdareya Avahiyên Giştî Ergun Toprak ragihandibû ku îhaleya ji bo lêkirina dîwarê 144 kîlometreyî temam bûye û beşa yekem a înşaetê dê meha çiriya pêşîn temam bibe.