15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
ANKARA
Di operasyonên dijî terorê yên di navbera 8-15ê gulanê da 52 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di vê hefteya dawîn da hêzên ewlekariyê di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî da 483 operasyon li dar xistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina mensûbên rêxistinê va 118 berşik, ji ber îdiaya peywendiya wan bi rêxistina terorî DEAŞê ra heye 2 berşik, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahî da hezar û 767 berşik û herwiha di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorê yên çep da jî 4 berşik hatin binçavkirin.
Herwisa di operasyonan da 38 jê kuştî, 3 jê sax, 11 jê jî teslîmbûyî bi tevahî 52 terorîst hatin berterefkirin.
Li Bidlîs, Diyarbekir, Mêrdîn, Erzirûm, Kahramanmaraş, Şirnex, Sêrt û Bîngolê 49 şikeft û stargehên mensûbên rêxistina terorî û herwiha 50 teqemeniyên destçêkirî û mayîn hatin jinavbirin.