30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
Di şerê navxeyî yê Sûriyeyê yê ku ji 2011an vir de dewam dike de Îran ji bo ku piştgiriya rêveberiya Beşar Esed bikin û li dijî muxalifan li rexê hêzên rejîmê şer bikin, leşker û hêzên milîs dişîne. Heta niha di peçûnên li Sûriyeyê de 9 generalên Îranê hatin kuştin.
Li gorî pêzanînên çapemeniya Îranê ya fermî û nîvfermî û çavkaniyên nûçeyan ên nêzîkê burokrasiya ewlekariyê, hejmara fermandarên payebilind ên Îranê yên ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de dimirin her ku diçe zêde dibe.
Hikûmeta Îranê ji bo îdiayên ku Îran beşdarî şerê li Sûriyeyê dibe dibêjin, "derew" e û nûçeyên kuştiyên îranî yên ku di çapemeniyê de derdikevin re jî dibêjin ew "dilsoz" in. Îran mensûbên Pasdarên Şoreşê yên ku tên kuştin wekî "teqawitbûyî", "eskerê berê" an jî "serpereşt" pênase dike. Tê şîrovekirin Îran ji bo ku sûcdariya piştgiriya rejima Esed ji ser xwe bavêje rewşê wiha pênase dike.
- Di şerê Sûriyeyê de 9 jê general zêdetirî 30 leşkerên payebilind ên Îranê hatin kuştin.
Li Sûriyeyê kuştiyên hêzên leşkerî yên Îranê yên ku di van mehên dawîn da gihîştin 500î, ne tenê efser, herwisa generalên wan jî tên kuştin. Li Sûriyeyê herî dawîn yek ji generalên Pasdarên Şoreşê Tuggeneral Abdurriza Mûciyrî di 29ê mijdarê da hat kuştin. Hat ragihandin ku Fermandarê Tabûra Îmam Huseyîn a 123yemîn Tuggeneral Mûciyrî di pevçûna milîtanên DAEŞê ya li Helebê da hat kuştin.
Di 3yê mijdarê da jî Albay Îzzetûllah Suleymanî û Seyyîd Seccad Huseynî yê pê ra di pevçûnên li Sûriyeyê da mirin.
Biqasî ku di çapemeniyê da cih girt, Suleymanî û Seyyîd Seccad Huseynî di "Operasyona Muharremê" ya dijî muxalifên Beşar Esed de hatin kuştin.
Dîsa fermandarê ji Îranê Albay Muslîm Hizab ku di heman demê de yek ji fermandarê Tûgayên Îmam Huseyîn e, di şerê li Sûriyeyê de mir. Di daxuyaniya nivîskî ya Pasdarên Şoreşê da nehat gotin ka Albay Hizab di kîjan dîrokê da mir, lê hat gotin ku Hizab li Şamê dema ku li ser wezîfeya xwe ya şêwirmendiyê bû, mir.
- Kuştiyê herî payebilind Alîkarê Fermandarê Artêşa Qudsê Tuggeneral Hemedanî ye
Hemedanî alîkarê Fermandarê Artêşa Qudsê ya Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê General Qasim Suleymanî bû. Di daxuyaniya weşanên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê de hat îdiakirin ku Hemedaniyê ku serpereştiya artêşa Sûriyeyê dikir, bi destê rêxistina terorê DAEŞê hat kuştin. Lêbelê beriya kuştina Hemedanî, di çapemeniya Îranê de hatibû îdiakirin ku Suleymanî, Hemedanî ji wezîfeyê vekişand. DAEŞ û komên muxalif kuştina Hemedanî hilnedabûn ser stûyê xwe û ev jî bibû sedema nîqaşê dibe ku taswiyeyeke navxwe be.
Ji xeynî vê di 13ê cotmehê de li bajarê Hamayê du generalên Pasdarên Şoreşê yê bi navê Hac Hamîd Muxtarbend ê ku wekî "Ebû Zehra" dihat naskirin û Ferşad Hasûnîzade hatin kuştin. Bi vî hawî li Sûriyeyê di nava 4 rojan da 3 generalên Îranê hatin kuştin.
- Ji 2013an vir de 9 general hatin kuştin
Li gorî çavkaniyên Îranê, tevî kuştiyên dawîn li Sûriyeyê ji sibata 2013an vir de hejmara generalên Îranê yên ku hatin kuştin derket 9an. Li gorî çapemeniya Îranê, generalên Îranê yên ku li Şam, Heleb û Kûneytrayê hatin kuştin Hesen Şaterî, Mihemmed Cemalîzade, Abdullah Îskenderî, Cabbar Derîsavî û Alî Allahdadî ne.
- Kuştiyên girîng ên Hîzbullahê
Yek jê duyemîn mirovê serokê rêxistinê Nasrallah, 2 fermandarên payebilind ên Hîzbullaha Lubnanê ya ku Îran jî piştgiriya wê dike, li Hamayê hatin kuştin. Li gorî weşanên nêzîkê Hîzbullahê navê fermandarên Hîzbullahê yên ku hatin kuştin Huseyîn El-Hac û Mihemmed Mistefa Haçîç in.