29 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
SÎÎRT
Li Tilloya navçeya Sêrtê li terasa seyrê ya ku bilindahiya wê hezar û 200 mêtre ye, cara ewil merasima mehrbirînê lê hat kirin.
Terasa Seyrê ya Tillo çend roj berê li Tepê Kaletul Ustadê vebû. Li vê derê mehra Emrah Oktav û Yagmur Bayara destgirtiya wî hat birîn.
Şaredarê Tilloyê Îdham Aydin mehr birî û Walî Mustafa Tutulmaz û Rektorê Zanîngeha Sêrtê Prof. Dr. Murat Erman û Serokê Bajêr yê AK Partiyê Fuat Ozgur Çalapkulu bûn şahidê mehrê.
Walî Tutulmaz got ku li vê derê cara ewil mehr tê birîn û wiha dewam kir: "Xwedê mirazê bûk û zavê bike, Xwedê ewladê bixêr bike nesîbê wan."
Piştî merasimê Emrah û Yagmûrê bi daxwaza ku hizûr û aştî were kevok azad kirin.