27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
OSMANIYE
Malbatên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane û xwe spartine Kadîrliya navçeya Osmaniyeyê, vê zivistanê hewl didin ku di konan de bijîn.
Malbatên ku ji Heleb, Îdlîb û Reqeyê ji ber pevçûnan xwe spartine navçeya Kadîrliyê li gundên Şabapli û Anberînarkiyê di konan de bi alîkariya welatiyan ve dijîn.
Welatiyên Sûriyeyê hêvî dikin ku şer xilas bibe û ew vegerin welatên xwe.
Fatma El Cesen (40) got ku ew bi malbata xwe ya ku bi 10 kesan pêk tê ve hatiye navçeyê û wiha axivî: "Mêrê min û eqrebayên me li Helebê ji ber bombeyan hatin kuştin. Em xwe nagîhînin yên ku sax mane jî. Ji bo ku em xwe xilas bikin me xwe sparte Tirkiyeyê. Em li Kardîliyê di konê de dijîn. Hewcedariya me bi betanî û xwarinê heye. Xwedê jê razî bibe hin xêrxaz, xwendekar û sazî hin caran alîkariya me dikin."
Abra Hamudaya 65 salî ya ku ji Reqayê hatiye jî got ku ew ji ber sermayê zehmetiyê dikşînin û wiha axivî: "Mêrê min ji hêla leşkerên rejimê ve dîl hat girtin û ev saleke haya me jê tune. Di vê zivistanê de konê de jîyan zehmet e. Em benda alîkariya xêrxazan e."