Önder Beyter
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
VAN
Cîgirfermandarê Yekeya Komandoyên Asayîşa Cendirmeyên Navçeyê Ustegmen Mehmet Sakalli ku li Çaldirana navçeya Wanê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da birîndar bibû, şehîd bû. Cinazeyê şehîd Sakalli, piştî merasîma li Wanê şandin memleketê wî Îzmirê
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li devera Xirabekordona Çaldiranê duhê di dora saet 19.00an da di operasyona ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê da hêzên ewlekariyê destxwera gule berdan terorîstên PKKyî yên ku hewla êrîşê kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di operasyonê da Cîgirfermandarê Yekeya Komandoyên Asayîşa Cendirmeyên Çaldiranê Ustegmen Mehmet Sakalli di encama guleagirkirinê da birîndar bûye û herwiha li nexweşxaneya ku rakirinê jî ligel her cure midaxaleyî nehatiye xilaskirin û şehîd bûye. Bo şehîdê me em ji Xwedê rehmet, bo malbata wî û gelê me jî sebr û sersaxiyê dixwazin."
Di daxuyaniyê da herwisa hat diyarkirin ku operasyona dijî mensûbên rêxistina terorê berdewam e.
Di vê navberê da cinazeyê şehîd Ustegmen Sakalli, piştî merasîma li Wanê şandin memleketê wî Îzmirê.