Sevim Hatun
07 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku xeberên wekî zarokên Mehmûd û Meryem Yasînê yên ji Sûriyeyê ku di sala 2012an de li Tesîsa Suleymanşah a li Akçakaleyê ji dayik bûn û navê Recep, Tayyîp û Erdogan li wan kirin li Îdliba bajarê Sûriyeyê di encama bombardûmanê de mirine rast nînin.
Mehmûd û Meryem Yasîna ji Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê hatibûn li Şanliurfayê bi cî bûbûn.
Walîtiya Şanliurfayê li ser xeberên wekî "zarokên bi navê Recep, Tayyîp û Erdogan Yasîn li Sûriyeyê di bombardûmana esmanî de mirine" lêkolîn da destpêkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de wiha hat gotin: "Me li ser îdiayan lêkolîn da destpêkirin. Di encama lêkolînan de derket holê ku zarokên bi navê Recep, Tayyîp û Erdogan Yasîn hê li konbajarê li Harrana navçeya Şanliurfayê dimînin."