Sevim Hatun
29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
HAKKARİ
Li Yuksekovayê alaqeyeke mezin nîşanî kursa wênegiriyê didin.
45 kes beşdarî kursa ku di bin banê Navenda Çandê ya Selahaddîn Eyyubî de hat vekirin bûn. Di çarçoveya kursê de dîroka wênegiriyê, rê û rêbazên wênegiriyê, fîltre, kompozîsyon û termên wênegiriyê hînê beşdarvanan dikin.
Beşdarvan bi wesîleya kursê li gundên derdorê digerin û wêneyan digirin.
Hîndekarê kursê Murat Adiyaman got ku wan ew kesên ku ji wênegiriyê hez dikin anîn bal hev, hedefa wan ew e ku derbarê qada wênegiriyê de agahiyan bidine beşdarwanan.