Sevim Hatun
29 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2017
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê malbatên neyar di firavîna ji bo aşîtiyê de anîn bal hev û li hev anîn.
Midûrê Bajarvanî û Hawirdorê yê Hekariyê Osman Kazgan, malbata Firat û Orûç ku 4 sal berê ji ber qîz revandinê navbera wan de neyarî çêbû anî bal hev û ji bo wan li hev du bîne hewl da.
Kazgan bi giregirên her du malbatan re jî xeberda û wan li hev du anî. Kazgan, malbatên ku li hev du anîn di firavînê de anî bal hev.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Osman Kizilban, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nexweşxaneyên Kamuyê yên Hekariyê Hakan Kurt, Serokê Navçeya Şemdînliyê yê AK Partiyê Fîkrî Algul tevî malbatên xwe beşdarî firavînê bûn.