Önder Beyter
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Li gundê Seymena Sîlîvriyê cotkaran dest bi miemleya qusandina serê kulîlkên laleyan kirin da ku tovên laleyan xwe bigirin û geş bibin.
Di çarçoveya projeya "Berpirsyariya Civakî ya Danîna Tovê Laleyan" a ku di 2006an da bi destê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê hat destpêkirin da li zeviyên laleyên ku çarheqalê Stenbolê dixemilînin, çaxê serqusandinê dest pê kir.
Beşek ji laleyên rengbireng ên ku Stenbolê dixemilînin, li gundê Seymena Sîlîvriyê tên danîn û beşek jê jî ji aliyê cotkarên herêma Çûmraya Konyayê va tên ajotin.
Li Sîlîvriyê li ser 4 donim erdî milyonek tovê laleyan tên hildan. Di meha nîsanê da lale, park û baxçeyên bajaran dixemilînin. Herwiha dîsa di meha nîsanê da miemeleya qusandina bergên geş ên laleyan ku qonaxeke hilberîna tovê laleyan e, tê kirin.
Bi qusandina bergên geş ên laleyan va ev nebat hêza xwe dide tovê û bi vî awayî tovên laleyan li hev zêde dibin. Bi vî awayî hilberîna laleyan çêdibe.
Şefê Hilberîna Kulîlkan a AŞya Dar û Peyzajê ya Stenbolê Mustafa Karaagaçli di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan li ser 4 donim erdî, 400 hezar toxim ajot.
Karaagaçli destnîşan kir ku li gorî plana wan ew ê ji 400 hezar toximê laleyan di dema rakirinê da milyonek tovê laleyan bi dest bixin.
Karaagaçli diyar kir ku qusandina laleyan, qonaxeke hilberînê ye û wiha dewam kir, "Hilberîner toximên ku bi qasî findiqekî ne, li zeviya xwe direşîne. Di vê qonaxê da em bergên geş ên laleyan didin qusandin da ku nebat elementên xwe ber bi koka xwe bişîne. Dema ev pêk tê, em tovên ku kalîbreya wan mezintir e, bi dest dixin. Bi vî awayî jî em dibin wesîle da ku saleke din li qadên peyzajê laleyên zindî û rengbireng bejna xwe nîşan bidin."