12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
EFRÎN
Mehmetçîkê li devera çiyayî ya Efrînê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan hat safîkirin, klînîk ava kir û ji gel ra xizmeta tenduristiyê dike.
Li Efrînê Mehmetçîk asayîşa gel peyda dike û mayîn û teqemeniyan îmhe dike û ji bo pêdiviyên sereke yên gel xebat bê navber didomin.
Ji ber ku nexweşxaneyên li herêmê naxebitin, Mehmetçîk li çend cihan klînîk vekir û nexweşên giran û kronîk bi ambulansan va sewqî Tirkiyeyê dike, nexweşên din jî miane dike û dermanan dide wan.
Artêşa Tirkiyeyê bi piştgiriya Wezareta Tenduristiyê va navendên tenduristiyê vekirin. Navenda tenduristiyê ya li devera çiyayî ya Cindirêsê rojê nêzî 60-70 nexweşan dinihêre.
Li navendê yek jê doxtor 5 kes dixebitin û bi derzî û dermanan va nexweşan pak dikin. Li herêmê hin rojan meriv ji her aliyê tendurustiyê va tên kontrolkirin û di hefteyê da 7 rojan xizmetê dikin.
- "Destûr nedan ku ez vegerim Tirkiyeyê"
Mihemed Evdiyê ku kurê xwe anî ser doxtor got ku ji ber ku guhê keça wî dêşe ew hat navenda tenduristiyê.
Evdî diyar kir, dema ku ew li Tirkiyeyê bû, jiyana wî ber bi xweşiyê va diçû û wiha dewam kir: "Ez nêzî 6 sal berê revîbûm Tirkiyeyê. Paşê ez 2 sal berê ji bo eydê hatim vê derê. Lê YPGyê dest danî ser kartê min ê nasandinê yê Tirk û nasnameya min a Sûriyeyê. Destûr neda ku ez cardin herim Tirkiyeyê. Ez jî mecbûr mam ku bi wan ra jiyana xwe bidomînim."
Evdî diyar kir ku eskerê Tirk xurek bela dike û wan tedawî dike û ew spasdarê Tirkiyeyê ne.
Meryem Ommana 67 salî jî ji ber ku sermayê li neviyê wê daye nêviyê xwe anî ser doxtor. Ommanê jî spasiya Tirkiyeyê kir ku doxtor heta ber piyê wan şandiye.