Nihat Kavşut
01 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2017
IGDIR
Li Îdira ku lê qeysî çêdibin komkirina qeysiyan dest pê kir.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bajarê Îdirê bi demsal, erdnîgarî û hewaya xwe dereke taybet e û jê ra dibêjin "Çukurovaya Rojhilatê."
Îdir yek ji wan bajaran e lê qeysî zêde çêdibin û li bax û baxçeyên bajêr komkirina qeysiyên îsal dest pê kir.
Ozkan Yolcuyê Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got qeysiyên Îdirê taybet in.
Yolcu destnîşan kir tehm û aromayeke taybet a qeysiyên Îdirê hene û wiha got: "Li Îdirê îsal li 27 hezar dekarî qeysî heye. Em texmîn dikin rekolte îsal derdora 37 hezar tonî be."
Famil Talanê cotkar destnîşan kir bi taybetî ji bajarên li rojavayê hin fîrma ji bo qeysiyên Îdirê tên.
Îbrahîm Guvenê îxracata qeysiyan dike jî wiha got: "Qeysiyên li Îdirê biqîmet in. Li baxçeyê maliyeta qeysiyan 2,5 lire ye. Wê îxracata kîloya qeysiyan çi be hê eşkere nîne. Di rojên pêş da wê eşkere bibe."