27 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) diyar kir ku di êrîşên li pey hev birin ser dibistaneke Îdliba bajarê Sûriyeyê da 22 zarok û 6 mamoste hatin kuştin.
UNICEFê daxuyanî da û destnîşan kir ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ev 5 sal e dewam dike heta niha ji tu êrîşên li ser dibistana hatine kirin yek wek vê êrîşa 22 zarok û 6 mamoste hatin kuştin, xedar û bi xwîn nebû.
Hat gotin ku ji ber êrîşê malbat ji zarokên xwe û zarok jî ji mamosteyên xwe bûn.
Daxuyaniyê da ji civaka navneteweyî hat pirsîn ku gelo ewê kîngê "ji bo vê hovîtiyê bibêjin bes e" û hat ragihandin ku ev êrîş trajedî ye û heke bi qestî hatibe kirin jî ji sûcên şer e.
Tê îdiakirin ku êrîşa li ser Îdlibê ji hêla rejima Esed û Rûsyayê va hat kirin.