Nihat Kavşut
02 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Hezîran 2017
DIYARBAKIR
Osman Baydemirê Berdevkê HDPyê û Parlementerê Şanliurfayê ji ber sûcê "heqaretkirina li xebatkarên kamuyê" ji bo der barê wî da biryara qefaltinê hatibû derxistin hat binçavkirin.
Der barê Baydemir da berê biryara "bizorêanîn" hatibû dayîn.
Baydemirê beşdarî rûniştina di 30yê gulanê da nebû û ji ber biryara qefaltinê ya Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn ya Diyarbekirê piştî serdana wî ya li Baroya Diyarbekirê hat binçavkirin.
Baydemirê hat binçavkirin wê li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 4emîn a Diyarbekirê îfadeya xwe bide.