Abdullah Tel
10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê di operasyona ku li dijî DHKP-C ya rêxistina terorî hat kirin da 3 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên hatin hildan ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ji bo deşîfrekirina kar û xebatên DHKP-Cya rêxistina terorî dest bi xebatê kirin.
Di vê çarçoveyê da ekîban girt ser hin çekdarên rûpêçayî yên ku kesên xebatên hilbijartinê dikirin li Okmeydaniyê di qehwexaneyekê da tehdîd kiribûn.
Di operasyonê da U.G, E.Y û S.Ayê hat tespîtkirin di wê bûyerê da cih girtine, hatin binçavkirin.