18 Sibat 2017•Rojanekirin: 19 Sibat 2017
ANKARA
Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk di hereketa hewayî ya li bakurê Iraqê birin ser herêmên Qendîl, Zap û Metînayê da 12 kozik û stargehên terorîst tê da bûn îmha kirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê da balafirên şer ên Hêzên Hewayî yên Tirk duh di saet 20.00-20.23an da hereketa hewayî birin ser Qendîl, Zap û Metînaya herêmên li bakurê Iraqê ne
Di hereketa hewayî da 12 hedefên (kozik û stargeh) terorîst tê da bûn hatibûn tespîtkirin bi bombebarandinê va hatin îmhakirin.
Balafirên şer ên karê xwe temam kirin vegeriyan baregehên xwe.