01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 01 Mijdar 2016
ANKARA
Di operasyona Mertalê Feratê da Hêzên Çekdar ên Tirkan do li bakurê Sûriyeyê 120 hedefên DEAŞa rêxistina terorê û 2 hedefên PKK/PYDya rêxistina terorê îmha kirin.
Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê di roja 70emîn a operasyona Mertalê Feratê da ku di 24ê Tebaxê da dest pê kir, di serî da DEAŞ operasyonên li dijî rêxistinên terorê dewam dike.
Hat diyarkirin ku di operasyonên rizgarkirina gundên Shudud, Ablah, Eş Şuayb û Şadira Mare û Raiyê rastî endamên DEAŞê hatin û di pevçûnan da 12 mixalif birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di operasyona Mertalê Feratê da Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê do li bakurê Sûriyeyê 120 hedefên DEAŞa rêxistina terorê û 2 hedefên PKK/PYDya rêxistina terorê gulebaran kirin û tîmên mixalifan 4 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin teqandin.
Hat diyarkirin ku mixalifan ji 24ê Tebaxê vir va li qadeke hezar û 350 kîlomêtroqere kontrolê kirine destê xwe.