12 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
SÎÎRT
Li Kurtalana navçeya Sêrtê ji 13 berşikên ku di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da hatibûn binçavkirin, 3 jê hatin girtin.
13 kesên ku di operasyona ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ya dijî kesên ku alîkarî û derfeta starê dan rêxistina terorê PKKê da hatibûn binçavkirin, piştî miemeleyên li navenda cendirmeyan sewqî edliyeyê kirin.
Ji berşikan 3 jê hatin girtin, ên mayîn bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê pêr li dijî 11 navnîşanên li navenda Kurtalanê û li gundên wê operasyoneke hevdem hatibû lidarxistin, 13 berşik hatibûn binçavkirin.