Haydar Şahin
12 Sibat 2019•Rojanekirin: 13 Sibat 2019
VAN
Wan xêncî tûrîzma zivistanê di mijara spora xweşiqitandinê ya profesyonel da jî ji bo Tirkiyeyê navnîşaneke girîng e. Di mehekê da 20 hezar kesî Abaliya Navenda Xweşiqitandinê ya Wanê ziyaret kir.
Wana bi Abaliya Navenda Xweşiqitandinê ya li Gevaşê, Girava Axdamarê, kelh, pişîk û gola herî mezin a Tirkiyeyê va ji bo tûrîzma çand û baweriyê li Tirkiyeyê destînasyoneke girîng e bi tûrîzma zivistanê va jî balê dikişîne.
Navenda xweşiqitandinê ya li quntara Çiyayê Artosê ya 45 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê hatiye avakirin bi qalîteya berfê, dirêjahiya pîstê, pistên kategoriyên cuda va îmkanê dide werzişvanên ecemî û profesyonel û hezkiriyên snowbordê.
Bi saya xeta telesiyejê ya 2,5 kîlomêtreyî ziyaretvan û hezkiriyên xweşiqitandinê bi rihetî derdikevin lûtkeyê û ji wê derê Çiyayê Sibhanê, Behra Wanê, Girava Axdamarê têra dilê xwe dibînin. Navenda bilindahiya wê 2 hezar û 800 mêtre ye bi taybetî dawiya hefteyê û rojên tetîlê eleqeyeke mezin dibîne.
Îsal ji bajarên cînar û Îranê bi hezaran ziyaretvanî Abaliya Navenda Xweşiqitandinê ziyaret kirin.
- "Me gelek werzişvanên serkeftî perwerde kirin"
Nevzat Înançê Midûrê Spor û Xizmetên Ciwaniyê ya Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku qasî têrê berf barî û li tesîsê qerebalixî çêbû, ji bo jî gelekî menun in.
Înanç destnîşan kir ku Abaliya Navenda Xweşiqitandinê hem ji bo tûrîzma zivistanê hem jî ji bo werzişvanên li bajêr tesîseke zehf girîng e û wiha pê da çû:
"Me bi saya vê tesîsê li bajêr gelek werzişvanên serkeftî perwerde kirin. Bi înza Xwedê dewama wm jî ew ê were. Li gor salên berê navend gelekî qerebalix e. Ji ber ku par qasî têrê berf nebarî tesîsa me nexebitî lêbelê îsal berf baş barî û li navendê qerebalixî heye. Heke wexta hezkiriyên xweşiqitandinê hebe dikarin di nav hefteyê da jî navenda me ziyaret bikin."
- "Ev 2 meh e eleqeyeke mezin nîşanî tesîsê didin"
Mehdî Tekçeyê Midûrê Abaliya Navenda Xweşiqitandinê jî got ku îsal berf qasî têrê qalind e ji bo vê jî tesîs ji xizmeta welatiyan ra vekirin.
Tekçe got ji ber eleqeya nînaş, navendê didin gelekî kêfxweş in û wiha axivî:
"Ev 2 meh e eleqeyeke mezin nîşanî tesîsê didin. Bi barîna berfê em her roj xizmetê didin. Di nav hefteyê da di rojê da 500 kes tên ziyaretê lêbelê di dawiya hefteyê da di rojê da hejmara digihîje 2 hezarî. Ji 9ê rêbendanê vir da ji 20 hezarî zêdetir kesî tesîsên me ziyaret kirin. Bi piranî ji bajarên der û dorê û Îranê ziyaretvan tên. Tengasiya bi tenê ew e ku ciyekê ziyaretvan lê bimînin tune. Heke di nav tesîsê da ciyekê ziyaretvan lê bimînin were avakirin dibe ku hejmara ziyaretvanan jî zêde bibe."
Zeynep Tolunaya hat ziyareta Abaliya Navenda Xweşiqitandinê diyar kir ku li navendê bi kêfxweşî dema xwe derbas kirin û wiha pê da çû: "Gelek kes bi malbatên xwe ra tên vê derê. Ji bo her kesî îmkan hene. Ez li vê derê bi kêfxweşî dema xwe derbas dikim. Ya girîng jî ew e ku hînî xweşiqitandinê dibim. Ez her kesî dawtî vê derê dikim."