Türkan Tosun
27 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
ANKARA
Hat ragihandin di operasyona dijî rêxistina terorê de 7 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî de hat gotin li dijî PKKya rêxistina terorê li Wan, Mûş û Erzinganê operasyon hatin kirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê li Başkaleya Wanê taxa Tahilê 4, li zozanê Zovankê ya li ser navenda Mûşê 2 û li Kemaha navçeya Erzinganê taxa Kurugolê jî teroîstek bi tevahî 7 terorîst hatin berterefkirin.
Hat gotin di nav kesên ku hatine berterefkirin de endamêkê rêxistinê yê ku navlêka wî Sîdar e û navê wî yê rastîn Ridvan Yalçin (23) e jî heye.
Yalçinê ku li ser nifûsa Mûşê qeydkirî qaşo Berpirsê Têkiliyên Gel ê Şenyaylaya Eyaleta Amedê ye û li ser nifûsa Mûşê qeydkiriye.
Di operasyonan de tivingeke piyadeyan a M-16 û tivingeke piyadeyan a AK-47 ya keleş jî hat bidestxistin.