15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
VAN
Cengiz Unluyê ku li Wanê di êrîşa PKKya rêxistina terorê da birîndar bû wiha got: "Êrîş li dijî sivîlan hat kirin. Wê kêliyê zarok ji bo di eydê da şekir kom bikin di wir ra derbas dibûn. Piraniya kesên ku li wir bûn jin û zarok bûn."
Unluyê ku di êrîşa li dijî noqteya polêsan a li ber Serokatiya Wîlayetê ya AK Partiyê da ji mil û piyê xwe birîndar bû ji nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin tabûrcî bû.
Unlu der barê roja bûyerê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema teqîn çêbûye li ber mînîbusekê sekinî bûye.
Unlu diyar kir ku kesek ji mînîbusê daket û reviya û wiha dewam kir: "Peyra min qumandaya di dest da dît. Dema min ferq kir min lava ji êrîşkar kir ku bombeyê neteqîne. Êrîşkar wê kêliyê cardin vegeriya mînîbusê û demekê bi qumandayê ra eleqedar bû. Peyra reviya. Min jî bi dengekî bilind hawar kir û got ku bombe heye. Min keçikeke li ber dîwar hilda û ketim kuçeya ku firin lê ye. Mil û piyên min li derva man. Wê kêliyê perçeyên ku ji ber teqînê pekiyan li mil û piyên min ketin."
Unlu anî ziman ku piştî teqînê her der di nav toz û dumanê da ma, gelek welatî birîndar bûn û ji ber teqînê dengê qîrîn û fîzarê bilind bû û wiha pê da çû: "Herkes li zarokên xwe digeriya. Tişta qewimî êşeke mezin bû. Pişt ra hêzên ewlehiyê hatin û min dît ku ez li nexweşxaneyê me. Paşê ez hînbûm ku ew zarok sax e."
- "Zarokan ji xwe ra şekir berhev dikirin"
Unlu got ku li Wanê du erdhej qewimîbû lê deng û tundiya teqînê ji wan herdu erdhejan zêdetir bû û axaftina xwe wiha domand: "Ev êrîş rasterast li dijî sivîlan hat lidarxistin. Di wê demê da zarokan ji xwe ra şekir berhev dikirin. Piraniya kesên ku ji wê derê derbas dibûn jin û zarok bûn. Ez ji ber êşa guhê xwe du rojan neketim xewê. Ez îro parî baş im. Di bobelateke wiha de mucîzeye ku kes nemirî. Gelek perçeyên şerapnelê virvirîn aliyê ku ez pê da reviyam lê li me neketin. Xwedê me xelas kir."
- "Ziman, netew û mezhebê terorê tune"
Unlu diyar kir ku piştî teqînê li birayê xwe geriyaye û hîn bûye ku birîndar ketiye û wiha axivî:
"Ça ku hesabê her kesî he ye hesabekê Xwedê Teala jî he ye. Di bûyerê da tu kes nemir, ev jî nîşan dide ku hê nesîbê wan kesan li dinyayê he ye. Xwedê Teala bi rihma vê rojê va însanên wê derê rizgar kirin. Ew êrîş bi taybetî li dijî sivîlan bû. Hetanî li Sûriyeyê jî ji bo eydê agirbest hat îlankirin, di rojeke wiha ya pîroz da ku bombe tên teqandin meriv nikare tiştekî bêje. Tiştê ku anîn serê me Xwedê bîne serê wan."
Unlu bal kişand ku ev cara 2yan e ku li Wanê bombe li dijî sivîlan tê teqandin û wiha got: "Ev bi tenê êrîşeke li ser hêzên ewlekariyê nîne. Înşaellah eva êrîşan ew ê bidawî bin û bûyereke wisa cereke mayîn neyê serê gelê Tirkiyeyê. Kurd, tirk, laz û çerkeza vî karî tune. Teror li her ciyî teror e. Ziman, netew û mezheba terorê tune. Bi îzna Xwedê eva bûyeran ew ê bidawî bin."
Li Wanê roja eydê ya ewil rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî êrîş kiribû û di êrîşê da 49ên wan sivîl, 4ên wan polês bi tevahî 53 kes birîndar ketibûn.