15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
ANKARA
Di encama operasyoneke asmanî da, li Uzundereya herêma Çukurcaya navçeya Hekariyê, herî kêm 2 terorîst hatin kuştin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku operasyona ku Hêzên Taybet ên Cendirmeyan û Lîwaya Komandoyan a 1î rêva dibin dewam dike.
Di çarçoveya operasyonê da îro ber destê sibê komeke terorîstan hewl da ku dizîka derbasî ji Girê Dagbaşiyê ya li herêma Uzundereyê derbasî vî aliyî bibin û Hêzên Asmanî yê Tirkiyeyê saet 04.10-04.15an operasyon birin ser komê, li gor agahiyên ewil di operasyonê da herî kêm 2 terorîst hatin kuştin, koma terorîstan belav bû û birîndarên xwe hilda û ji herêmê revî.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di heman demê da hêzên herbê yên bizirx jî gule berî terorîstan dan, di operasyonê da hetanî nika 201 terorîst hatin kuştin.
Wek mayîn hat diyarkirin ku komeke terorîstan a ku ji 6-7 kesan pêk têk hewl da ku ji aliyê Girê Aslanê vir da bê, hêzên ewlekariyê gule berî wan dan, li herêmê xebatên tesbîtkirina zaiyatê berdewam e.