Utku Şimşek
07 Sibat 2024•Rojanekirin: 08 Sibat 2024
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir.
Wezaretê der barê ziyaretê da daxuyanî da û diyar kir, Guler bi Sererkan Orgeneral Metîn Gurak ra li Iraqê ziyaretên xwe didomîne û wiha hat gotin:
"Wezîr Yaşar Guler duh êvarê ji Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û bi Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir. Di hevdîtinê da têkoşîna terorê di serî da geşedanên herêmî hatin rojevê. Der heqê geşedanan da fikrên xwe ji hev ra gotin."