Merve Yıldızalp
16 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî qebûl kir.
Hevdîtin li Kuliyeya Serokomariyê ji çapemeniyê ra girtî çêbû.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan jî beşdarî civînê bû.
Der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî da daxuyanî hat dayîn
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî qebûl kir û di civînê da li ser têkiliyên Tirkiye-Iraqê, geşedanên herêmî û kurewî sekinîn û der barê tevkariya Tirkiye-HKIyê da fikrên xwe ji hev ra gotin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat dayîn, di hevdîtinê da Erdogan ji Barzanî ra got ku hilbijartina wan ya parlamentoyê ya 20ê Cotmehê li ser xêrê be.

Erdogan diyar kir ku Eniya Tirkmenên Iraqê jî wê têkeve hilbijartinê û ew hêvî dike ku hilbijartin di nava aştî û aramiyê da were kirin.
Erdogan destnîşan kir ku êrîşkariya Îsraîlê her ku diçe zêde dibe û talûkeya ku herêm tev bibe qadeke şer heye û diyar kir ku Tirkiye girîngiyeke mezin dide îstiqrar û ewlehiya hemû herêmê.
Erdogan daxuyand ku ew hewildana meqamên Iraqê pîroz dike ku welatê xwe dûrî pevçûnan digirin.
Erdogan bal kişand ser Projeya Rêya Pêşketinê ku dê bi kêrî pêşketina aboriyê, îstiqrar û biratiyê ya hemû herêmê were û her wiha dê bi her hawî sûd û feydeyê bigihîne HKIyê.
Erdogan her wiha destnîşan kir ku di vê serdema bipirsgirêk da divê hevkariya di warê jiholêrakirina gefa terorê ya qesdî aramî, refah û aştiya navxweyî ya hemû herêmê dike bi awayekî bibiryar bidome û wekî heta niha Tirkiye dê ji îro şûnda û her wiha her dem li cem Iraq û gelê Iraqê yê dost û bira be.