Haydar Şahin
06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ŞANLIURFA
"Projeya 300 pezî" ya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê li Şanliurfaya yek ji navendên girîng ên heywandariyê ye, ji bo heywandaran bû hêvî.
Li Şanliurfayê bi hezaran malbat debara xwe bi heywandariyê dikin lêbelê ji ber tengasiyên ku di van salên dawîn da derketin welatî ji gund û taxên bajêr koç dikin.
Difikirin ku projeya 300 pezî ya Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê da destpêkirin ew ê koçê bide sekinandin. Gelek heywandarên li herêmê ji bo ji projeyê îstifade bikin pêşserîlêdana xwe kirin.
Îzzet Çîftçiyê Serokê Komeleya Bazara Heywanan a Şanliurfayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku projeyê li herêmê heywandariyê pêş bixe.
Çîftçî got ku ji bo pêşketina heywandariyê projeyên wiha girîng in û wiha pê da çû: "Bi taybetî mijara heywanên zayînê zehf girîng e. Em ê ber û bereketa vê pêrojeyê di salên pêşiya me da bibînin. Em piştgiriyê didin vê projeyê. Em li bendê ne ku dewama van projeyan jî were. Bi taybetî ji bo heywandarên ciwan firsendeke mezin e. Hejmara 500 hezar miyên zayînê ew ê bi berxên wan va di salên pêşiya me da zêde be."
- "Koça ji gundan ew ê bisekine"
Hamza Aganê Serokê Komeleya Koçberan a Karacadaxê jî destnîşan kir ku di aboriya Şanliurfayê da ciyê heywandariyê mezin e.
Agan diyar kir ku ji sedî 80yî gelê herêmê debara xwe bi heywandariyê dike û wiha axivî: "Berê projeya cotkarên ciwan hebû. Gelek kesan ji wê îstifade kir. Divê kî heq dike miyan bidin wan, yanê bidin kesên ku erdê wan hene û dikarin xwedî bikin."
Mustafa Pekşahînê endezyarê zîreatê yê ku bi dildarî gund bi gund digere û qala projeyê dike jî got ku li herêmê bi hişmendî heywandariyê nakin, bawer dike ku bi projeyê va heywandar ew ê werin agahdarkirin.
- "Bira werin û karê xwe bikin"
Bayram Ozgulanê (27) ku li Taxa Defereyê heywanan xwedî dike diyar kir ku ev 20 sal e şivantiyê dike.
Ozgulan got dema haya wan jê çêbû ku dewlet wê 300 pezî bide dest bi çêkirina 3 goman kirin û wiha pê da çû: "Ev proje bi tenê ne tenê ji bo min ji bo hemû ciwanan derfetek e. Lewra ciwanên me li derva, di fabriqeyan da dixebitin. Bira werin û karê xwe bikin, qet na mehaneya herî kêm bistînin û sîgorteya wan were razandin. Em ji wezîrê xwe ra sipas dikin."