Abdullah Tel
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Hezîran 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Li Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dibe ku îro ji bo pêşnûmaya der heqê sivîlên Filistînî ya pê "tewdîrên parastina navneteweyî" tê xwestin bi armanca erêkirin û yan jî redkirinê ray bên avêtin.
Pêşnûma ji hêla Kuweyta endamê berwext ê KENYê va hatibû pêşkêşkirin û nêzî du hefteyan e li serê axaftin tê kirin. Ji bo erêkirin û yan jî redkirina pêşnûmayê ev du hefte ye ku axaftin tên kirin. Raydayîna ji bo pêşnûmayê duh hatibû betalkirin û tê payîn ku îro pêşkêşî konseyê bê kirin.
Di pêşnûmaya ku AAyê bi dest xist û sê caran hatibû revîzekirin û li serê lîstibûn da ji bo gelê Filistînê parastina navneteweyî tê xwestin û di pronivîsa dawîn da jî ji bo sivîlên Filistînî banga "tewdîrên parastina navneteweyî" tê kirin.
Di pronivîsa ewil da îfadeya "Dorpêçkirina Xezeyê ya ji hêla Îsraîlê va" hatibû bikaranîn û di ya dawîn da jî di şûna "dorpêçkirin"ê da "sînordarkirina xwegîhandin û hereketê" hat nivîsandin û tê xwestin ku bila dawî li wan sepandinan bê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan Kuweyt ji bo ku bikaribe piştgiriya welatên Ewropayê jî hilde zimanê pronivîsê piçekî nermtir kiriye û ji ber vê hin peyv guhertine.
Amerîkaya ku di KENYê da xwedî heqê vetoyê ye û bi her awayî li cem Îsraîlê cih digire digel hemû guherandinên li ser pronivîsê ragihand ku ewê pêşnûmaya veto bike.
Li ser navê Amerîkayê Nîkkî Haleya Nûnera Daîmî ya NYyê ya Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdia kir ku ev pêşnûma zirarê dide hewlên aştiyê yên di navbera Îsraîlî û Filistîniyan da û Hemas jî wekî berpirsê tundiyên li Xezeyê nîşan da.
Di KENYê da ji bo erêkirina pêşnûmayekê divê herî kêm ji 15 endaman 9 endam raya erê bidin û tevlî vê jî ji endamên daîmî Amerîka, Rûsya, Çîn, Îngiltere û Fransa yek jî rayeya xwe ya vetoyê divê bi kar neyne.