Haydar Şahin
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
ANKARA (AA) - Li Enqereyê di operasyona li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) da li malên ku wekî "malên xaybubetê" tên zanîn da 30 kesên ku di nav wan da "mezinên mehrem" jî hene hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand, di çarçoveya lêpirsîna li ser FETOyê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dimeşîne da operasyon birin ser 30 navnîşanên malên xaybubetê yên ku sazîbûna mehrem a rêxistinê lê dimîne.

Ekîbên midûriyetên ŞaxaTêkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Îstixbaratê yên Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê di operasyona hemdem da ji 42 şikbarên ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû hayîn 30 kes derdest kirin.
Di lêgerîna li van navnîşanan da nasnameyên sexte, dokumanên dijîtal ên rêxistinî û hinek pere û ava ku di ser da xwendine û xistine şûşeyan hatin girtin.

Hat ragihandin ku di nav derdestkiriyan da mezinên mehrem û berpirsyarên xwendekar û herêman hene.
Hat destnîşankirin ku operasyon dewam dike û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde be.