05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
HATAY
Pîlotê balafira şer ya Sûriyeyê ku dema li çoltera taxa Yaylacika Antakyay,a navçeya Hatayê ket bi paraşûtê xwe avêt, hat dîtin û rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyan welatiyên şahid gotin ku piştî balafir ket pîlot bi paraşûtê xwe avêt. Li ser van agahiyan ekîban hem ji hewayê hem ji bejayê dest bi lêgerînan kirin.
Ekîben polês, cendirme û tevgera taybet bi seyên rizgarkirinê li qadê lêgerîn kirin. Di lêgerînan de li nêzî Ayvadereya taxa Fatikliyê paraşûta pîlot hat dîtin.
Li ser fikra dibe ku pîlot ji bo girêdana bêtêlê ber bi cihê bilind ve çûbe, ekîban berê xwe da qadên bilind. Ekîban piştî 9 saetan, pîlotê balafira leşkerî yê Sûriyeyê 500 metre dûrî paraşûtê, bêhal dîtin.
Ekîban pîlotê ku welatiyê Sûriyeyê ye û navê wî ne diyar e, birin Fermandariya Cendirmeya navçeya Altinozu. Li vir bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hatayê. Piştî pîlot hat dîtin xebatên lêgerinê bidawî bûn.