26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
BATMAN
Li Batmanê Hazal Altuna 83 salî berteka xwe ya li dijî hewla derbeyê ya FOTOyê bi nobeda li meydanê ye ku hetanî destê sibê girt va nîşan da.
Altuna xwediya 9 zarok û 50 neviyan ku derbeyên 27ê Gulanê, 12ê Îlonê û muxtiraya 12ê Adarê û pêvajoya 28ê Sibatê dît ji bo ku carekê dîsa heman mexdûriyet neyê serê tu kesî her roj li Kolana Turgut Ozalê nobeda demokrasiyê digre.
Altunê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di 15ê Tîrmehê roja hewla derbeyê da li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derketiye meydanê û ji wê rojê vir da nobeda demokrasiyê digre.
Altunê destnîşan kir ku mexdûriyetên di dema 27ê Gulanê, 12ê Îlonê û muxtiraya 12ê Adarê û pêvajoya 28ê Sibatê da tu carî ji bîra wê dernakevin û wiha got: "Di wê demê da her tişt hatin serê me. Derbeyên leşkerî welat ber bi felaketan kaş dikin û paş da dixin."
- "Em amade ne xwe biavêjin ber tank û topan"
Altunê diyar kir ku ji bo tiştên dema Menderes û peyra qewimin cardin pêk neyên nobetê digire û wiha got: "Heger Serokomar Erdogan bibêje xwe biavêjin ber tank û topan ez û zarokên xwe amade ne xwe bi avêjin ber tank û topan."
Altunê destnîşan kir ku êşên ku berê di derbeyan da çêbûn hê jî hîs dike û wiha got: "Ez nikarim bimeşim, zarokên min bi wesaîtê min datînin Bulvara Turgut Ozal û ez nobeta demokrasiyê digirim."
Altunê diyar kir ku ji 7 salî heya 70 salî her kes nobetê digire û got ku ji bo Serokomar, dewlet û Tirkiye her dem hebe ez li vir im û wiha dewam kir: "Em ciwanên xwe ji bo Serokomar Erdogan bikujin, welatê me xerab bikin û tundiyê li welatiyan bikin naşînin leşkeriyê, ji bo welêt biparêzin em ciwanên xwe dişînin."