Türkan Tosun
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
ANKARA
Hat ragihandin hûn her çiqas werzîşê bikin jî rûniştina zêde dibe sedema rîska mirinê ya 13 nexweşiyan.
Li gor lêkolîna Civaka Pençeşêrê ya Amerîkan kesên rojê 6 saet an jî zêdetir rûdinên li gor kesên 3 saetan kêmtir rûdinên ji sedî 19 zêdetir di bin rîska mirinê ya zûtir in.
Di lêkolînê da hat gotin zêde rûniştin rîska mirinê û nexweşiyên wek pençeşêr, dil, felc, diyabet, pişik, kezeb, obstruktîf pulmoner, ulser, Parkînson, Alzaymir, îskelet, raçink û siniran bi hev ra têkildar dike, îxtimala xwekuştinê jî zêde dike.
Di lêkolîna ku serokatiya wê Alpa Patel kiriye de daneyên 128 hezar jin û mêran hatin lêkolînkirin. Ji van 49 hezar kesên ku nexweşiya wan a kronîk tunebûn, di nav 21 salan de mirin.
Patel got zêde rûniştin rîska mirinê ya ji ber pençeşêrê ji sedî 10 zêde dike, ev rêje di nexweşiyên sîstema îskelet û raçinkan de ji sedî 60î zedetir dibe.
Patel wiha axivî: "Hûn çiqas hindik rûnên ji bo we ewqas baştir e. Piştî rûniştina saetekî 2 deqîqe li ser piyan mayîn an jî karekî hêsan kirin tesîreke erênî li ser kolestrol, şekirê xwînê û tansiyonê dike."
Hurgiliyên lêkolînê di kovara "American Journal of Epidemiology"ê de hatin weşandin.