Önder Beyter
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê li Nexweşxaneya Dewletê Cizîrê ya Dr. Selahattin Cizrelioglu nexweşekî ji çoka xwe birîndar, ji ber aciziya "di çokê da gelek keziyên wî birîndar bûne" hat emeliyetkirin.
Peywirdarê polês Ufuk Dal (31) ku li heman nexweşxaneyê peywirê dike, bi giliyê ku di maça fitbolê da ji çoka xwe birîndar bû, serî li polîklînîka ortopedî û travmatolojiyê da.
Piştî ku Pisporê Ortopedî û Travmatolojiyê Dr. Mustafa Kinaş û Ozan Turhal, Dal miayene kir biryara emeliyetê dan. Di vê çarçoveyê da Dal emeliyeta di çokê da di birîndarbûna gelek keziyan da tedawiya cerahî derbas kir û qenc bû.
Dr. Mustafa Kinaş di daxuyaniya xwe da diyar kir ku rewşên bi vî rengî çawa ku di werzişê da derdikevin holê, herwisa di qezayên trafîqê da jî diqewimin.
Kinaş diyar kir ku wan tesbît kir ku keziyên pêş û paş ên çeprast ên nexweş, qetiyane û wiha dewam kir:
"Emeliyeta keziyê pêş ên çeprast li gelek nexweşxaneyan tê kirin û me jî li vê derê 60-70 emeliyetên bi vî rengî bi awayekî serkeftî pêk anîn. Lêbelê emeliyeta keziyê paş ê çeprast pir birîsk, dijwar e ku li her nexweşxaneyê nayê kirin. Me ji nexweş ra qala rîskên emeliyetê kir. Nexweş baweriya xwe bi me anî, me jî baweriya xwe bi nexweş anî û me bi hev ra biryara emeliyetê wergirt. Piştî emeliyeta serkeftî, nexweş tedawiya fîzîkê jî hilda û dû ra vegeriya ser karê xwe.